|
Dadgeha Şêwirmendî ya tirk li ser daxwaza Wezereta Karên hundurîn, şaredarê DTP'î yê beldeya Amed Surê Abdullah Demîrbaş ji wezîfeyê girt.
Wezereta Karên Hundurîn di rojên derbasbûyî de, ji bo şaredarê Sur yê DTP'î, Abdullah Demîrbaş ji wezîfeyê bigire, serî li Dadgeha Şewirmendî dabû.
Dadgehê jî, daxwaza wezeretê nirxand û bi sedema xizmeta pir-zimanî li dijî Destûra Bingehîne, biryara ji wezîfeyê girtina Abdullah Demîrbaş da. Dadgehê tevî ji wezîfeyê girtina Demîrbaş, meclîsa şaredariya Surê jî fesix kir. Şaredariya Surê di rojên derbasbûyî de biryara xizmetên pir-zimanî girtibû. Şaredariyê bi vê biryarê xwestibû xizmetî hemû rûniştvanên beldeyê bike. Piştî biryarê jî, rayedar, dozger û çapemeniya tirk berê xwe dabû şaredar Abdullah Demîrbaş. |