| Êrîşên artêşa Tirk bi daxuyaniyên girseyî hatin protestokirin | | Çap kirin | |
|
Êrîşên artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Mûş, Dêrsim Tetwanê bi daxuyaniyên girseyî hatin protestokirin. Di daxuyaniyan de dirûtiya AKP'ê ya derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de hate şermezarkirin. Endamên rêxsitina DTP'a Mûşê, li dijî êrîşên artêşa Tirk, meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de pankarat 'Êdî Bes e' hate vekirin û bê navber li dijî AKP'ê slogan hatin qêrîn. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin, êrîşên artêşa Tirk li dijî herêma Qendîlê wê ti carî pirsgirêka Kurd çareser neke. Wekî din hate gotin ku operasyon wê çareserkirina pirsgirêka Kurd zehmetir bike û hişyarî hate dayîn. Her weha hate xwestin ku deklarasyona çareseriyê ya KCK'ê jî bê bersiv nemîne. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîdkirina Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan û hate xwestin ji bo çareseriyê Ocalan muxetep were girtin. Êrîşên artêşa Tirk li Dêrsimê jî li ber avahiya AKP'ê hate şermezarkirin. Nûnerên partiyên sîyasî û rêxistinên civaka sivîl destegulek reş danî ber avahiya AKP'ê û bal kişandin ser dirûtiya AKP'ê. Bi heman armancê li navçeya Bedlîsê Tetwanê jî daxuyaniyeke ji bo çapemeniyê hate dayîn. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

