|
Sîyasetmedarê Kurd Mûzaffer Ayata, derket pêşberî dadgehê.
Muzaffer Ayata ku ji Tebaxa 2006an û vir ve li girtîgeha Karlsrûhe dimîne, li Frankfûrtê derkete pêşberî dadgehê. Ayata, di pareznameya xwe ya îro de, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd ya demokratîk û zordestîya dewleta Tirk. Sîyasetmedarê Kurd, da zanîn ku doza Kurd bi rêyên ewlekarîyê nayê çareser kirin û got: 'Pêwîste ev doz jî di çarçoveya aştî û demokrasîyê de bibe mînak'. Mûzaffer Ayata, 20 salan di girtîgehên Tirkiyê de mabû û berî 4 salan hatibû Elmanyê. |