Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Li gorî îdîayan li Bedlîsê leşkerek xwe kuştiye | Çap kirin |

Bûyer li Qereqola Cendirmeyan a Gundê Yazicik a girêdayî navçeya Motkayê pêk hat.


Li gorî agahiyan leşkerê ji Tokatê ku nav û paşnavê wî nehatiye hîn bûn li cihê ku lê nobet digirt mirî hatiye dîtin.


Lê belê li gorî îdîayan leşker bi tivinga xwe ya G-3 a piyade gule berî xwe daye û li cihê bûyerê jiyana xwe jidest daye.


Cenazeyê leşker, ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.


Hejmara leşkerên ku di nav salek de li vê qereqolê xwe kuştine, derket 4'an.

Li aliyê din li Amedê jî polîsek di mala xwe de bi çek hatiye kuştin, hate dîtin


Polîsê bi navê S.U li beldeya Kayapinarê taxa Gazîlerê li mala xwe mirî hate dîtin.


Li gorî agahiyan di mal de dengê çekan hatiye bihîstîn û piştî bûyerê polîsên çûne cîhê bûyerê û cesetê hevalê xwe dîtine.

Çavkaniyên polîs diyar kirin ku, polîs S.U bi guleyên îsabetî serê wî kiribûn, miriye.

< <<   >> >