| Gerîlayan bînbaşîyek û 8 leşker kuştin | | Çap kirin | |
|
Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê operasyon û çalakiyên bersivdayinê de agahî da. HPG'ê diyar kir ku, gerîlayên wan pêr û doh li Colemerg û Şirnexê, li leşkerên derketina operaysonê xistine û bînbaşî Mûrat Ozyalçin jî di nav de 9 leşker kuştine. Navenda çapemeniyê diyar kir ku, hêzên wan, leşkerên ji bo operasyonê çûne sêgoşeya Oramar û Avaşînê, xistine kemînê û di encamê de 2 leşker mirine û leşkerek jî birîndar bûye. HPG'ê diyar kir ku, doh êvarê jî, gerîlayan konvoya artêşa tirk ya ji bo operasyonê diçû herêma Oramarê xistine kemînê, bînbaşî Mûrat Ozyalçin û 2 leşkerên din mirine û 2 leşker jî birîndar bûne. Navenda çapemeniya HPG'ê derbarê şerên li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê de jî agahî da û anî ziman ku, di encama şerên hefteyek dawî de 3 leşker kuştine. Li aliyê din, hêzên artêşa tirk, êrîşa topên hawanî ya li hemberî çiyayê Gabarê dewam dike û gelek leşker û alawên leşkerî sewqî qereqolên li nêzî Gabarê dike. Navenda Çapemeniyê anî ziman ku, gelek leşkerên tirk li girê Çêlasor yê Gabarê bi cih bûne. Di vê navberê de, li navçeya Elezîz Depê jî, ji ber operasyona artêşa tirk şer derket û çawîşê pispor Cîhan Kiziltaş mir. Çavkaniyên heremî, dan zanîn ku li herêmê operasyoneke dorfireh hatîye dest pê kirin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Daxwazî her roj saet 14:00 |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

Gerîlayên HPG'ê li leşkerên derketin operasyonê xistin, bînbaşiyek û 8 leşker kuştin.