Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Bernameyên Roje
Partiya Civaka Demokratîk DTP biryara xurtkirina xebatan girt | Çap kirin |

Desteya Rêvebera Navendî ya DTP'ê, ji ber girtina Hev-serok Nûrettîn Demîrtaş civîneke awarte pêk anî û ji civînê jî gelek biryarên girîng derketin.


DTP, girtina Demîrtaş wekî biryarek û girtineke siyasî nirxand û da zanîn ku, wê hev-serokatiya Demîrtaş dewam bike û wê di cihê wî de tu kesî wezîfedar neke.


DTP'ê anî ziman ku, cejn ji bo kurdan, ji cejnbûyinê derketiye û biryar girt ku, şaredarên partiyê jî di nav de, ji bo protestokirina operasyona li derveyê sînor, tevlî tu merasimên fermî yên pîrozbahiya cejnê nebe.


Desteya Rêvebera Navendî ya DTP'ê, operasyona artêşa tirk ya li hemberî Herêma Parastina Medyayê wekî operasyoneke bêencam bimîne' nirxand.


DTP'ê biryar girt ku, li hemberî operasyonê xebatên li parlemenê û dîplomasiyê zêde bike û çalakiyên bi her awayî yên demokratîk lidarbixe.


Desteya Rêveber, hukumeta AKP'ê jî wekî hukumeta şer nirxandiye û biryara meşandina xebatên li hemberî AKP'ê girtiye.


DTP, bi sedema ku li hemberî operasyonê helwesta zelal nîşan nedane, rêveberiya Başûrê Kurdistanê, PKD û YNK jî rexne kir.


Desteya Rêveber herwiha biryar girt ku, Meclîsa partiyê di 25'ê kanûnê de, bi awayekî awarte li hev kom bibe û nexşeya rê ya partiyê derxe.

< <<   >> >