Mal
Radyo
Menu
Mal
Nûçe
Grêdan
Lêgerîna pêşketî
Tekîlî
Pirtûk
Popular
Bernameyên Roje
KCK'ê rêveberiya Emerîkayê berpisyar girt û soza xurtkirina têkoşînê da | Çap kirin |
 Koma Civakên Kurdistan KCK'ê ji êrîşa hewayî ya tirk, rêveberiya Emerîkayê berpisyar girt û soza xurtkirina têkoşînê da.Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê êrîşa hewayî ya artêşa tirk ya pêr bi şev de, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi zimanekî tûnd rêveberiya tirk hişyar kir. KCK'ê  diyar kir ku, êrîşa hewayî piştî ku Emerîka piştgiriya îstixbaratê daye û sahaya hewayî ji artêşa tirk re vekiriye pêk hatiye û dewleta îranê jî, bi êrîşên topê tevlî êrîşan bûye. KCK'ê da zanîn ku, artêşa tirk bi êrîşa hewayî ya pêr bi şev, di serî de Kandîl, gelek herêmên sivîl en Xinêre, Xakurkê, Avaşîn û Zapê hedef girtine. Li gorî daxuyaniya KCK'ê gundê Levce, Kalatuka û Bole jî di nav de, gelek gund jî bûne hedef û ji ber vê jî, xaniyên gelek gundiyan, nexweşxaneya berê ya Levce û dibistanê Kalatukayê jî ruxiyane. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku, hêzên HPG'ê jî di dema êrîşê de bersiv dane û got: 'Yekîneya HPG'ê bersiv daye. Lê belê di vê êrîşê de, fermandarê yekîneyê hevalê Enver û heval Eşref, Bawer, Kendal û Rohat jiyana xwe ji dest dane û 4 gerîla jî birîndar bûne. Hevalan wezîfeya parastinê bi awayekî herî baş bi cih anîne û di vê rê de jiyana xwe ji dest dane'. KCK'ê 5 gerîlayên ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û soz da ku, ewê şehadeta 5 gerîlayan bikin şiyara xurtkirina têkoşînê.KCK'ê diyar kir ku, ji ber êrîşa hewayî, 2 welatperweran jiyana xwe ji dest dane, 4-5 kes birîndar bûne, gelek heywan telef bûne û ji ber ruxandina xaniyan gel jî, zirarê mezin dîtiye. Serokatiya Konseya Rêveber da zanîn ku, ev êrîş ne tenê ji aliyê hêzên Komara Tirk hatine lidarxistin û got. 'Çawa berê jî mînakên wê hene. Ev êrîş di encama îtîfaka hêzên gelê kurd ji komkujiyan derbas kirine de pêk hatiye. Herçiqas ev êrîşa li hemberî gelê kurd û dînamîkên azadiya wê, ji aliyê artêşên tirk û îranê ve hatine lidarixstin, lê belê hêza ev derfet daye vê êrîşê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ne. KCK'ê rêvebeirya Emerîkayê ji ber piştgirî daye operasyonê hişyar kir û got: 'Rayedarên Emerîkayê, dema berjewendiyên wan mijara gotinê bin, gelê kurd wekî dost, lê belê dema tiştên din hebe, gelê kurd wekî dijmin dibînin. Divê rayedarên emerîkayê bizanibin ku, di dîrokê de nikaribin ji aliyê hiqûqî û ehleqî vê rewşê îzah bikin'. Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser deklarasyona demokratîk ya di 1'ê mehê de weşandibû jî û got ku, ev operasyona dawî tê wateya an teslîmbibin an hûnê bên kuştin û ji gelê kurd xwest ku li hemberî vê hamleya Êdî bes e xurt bikin û ji bo pûçderxistina vê êrîşa pir-alî bikevin nava tevgerê.
< <<   >> >