|
Başûrê Kurdistanê taloqkirina referandûma Kerkukê erê kir |
| Çap kirin |
|
|
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, biryara Neteweyên Yekbûyî ya taloqkirina referandûma Kerkukê erê kir. Serokwezîrê herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina bi lîderê olî yê şîî Ayettullah Alî Sîstanî, derbarê taloqkirina referandûma Kerkukê de axivî. Barzanî îdîa kir ku, refandûma Kerkukê, ku divê îsal pêk bihata, ji ber hin sedemên teknîkî pêk nehatiye û ji ber vê jî, wan ji bo 6 mehan taloqkirina referamdûmê qebûl kiriye. |