| KCK'ê da zanîn ku 'divê ciwanên Kurd bersiva Erdogan bidin' | | Çap kirin | |
Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê, ji ber ku dewleta Tirk careke din qanûna poşmaniyê dixe rojevê nerazîbûn nîşan da. KCK'ê bangawaziyên Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan ên di vî warî de weke bangawaziyên bê-hurmetî û bê-rûmetî bi nav kir û got;' divê ciwanên Kurd bi tevlîbûna xwe ya refên gerîlla bersiva Erdogan bidin.' Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi bîr xist ku, dema di 1'ê Kanûna sala 2007'an de deklarasyona çareseriya demokratîk îlan kirine yekser artêşa Tirk bi çalakiyeke xeyalî, bersiv daye vê yekê. Her wiha dîsa hukûmeta Tirk bi bangawaziya poşmaniyê bersiv daye daxwazên di danezana encamê de ku li konferansa Kurd a 3 û 4'ê Kanûnê li parlemena Ewrûpayê derketine holê. Di daxuyaniyê de hate gotin; "serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan bi bangawaziya xwe ya ji bo poşmaniyê bersiv daye deklarasyona me ya çareseriyê û divê ciwanên Kurd jî bi tevlîbûna xwe ya nav refên gerîlla bersivê bidin." Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku AKP du-rû ye û anî ziman ku ew pirsgirêka Kurd çareser nake, tenê ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar tîne. Di daxuyaniyê de weha hat gotin; Hûkûmeta AKP'ê qanûna poşmaniyê ji nû ve xistiye rojevê. Bi vî awayî, li şûna ku bi destê me yê aştiyê bigire, bangawaziya ji bo şer kiriye.' KCK'ê weha bang li Erdogan kir: Divê Serokwezîr baş bizanibe ku ciwanên Kurdistanê bi dilê xwe ji dê û bavên xwe veqetiyane, ji bo jiyaneke azad û bi wate, ji bo ku bibin zarokên gelekî bi rûmet, xwe ji bo nirxên mezin ku serokwezîr di têgihiştina wan de zehmetiyan dikişîne feda kirine û derketine çiayayên azadiyê. Eşkere ye wê bersiva şervanên azadiyê ku ji bo armancên mezin têdikoşin, ji bangên bi vî rengî re ku têde piçûkxistin heye û bê rûmetiyê ferz dikin, çi be.' Konseya Rêveber a KCK'ê anî ziman ku dewleta Tirk amadekariyên êrîşeke tinekirinê dike û bîr xist ku dewleta Tirk beriya her êrîşê bangên bi vî rengî dike. KCK'ê got li dijî van siyasetan mafê gotinê êdî yê ciwanên Kurdistanê ye û weha bang li ciwanan kir: "Êdî dem hatiye ku ciwanên Kurdistanê bi tevlîbûneke xurt a nav refên gerîla bersivê bidin helwesta rayedarên Komara Tirkiyê ku di asta herî jor de armancên azadiyê yên ciwanên Kurdistanê tine dihesibîne, dejenerebûnê, bêrûmetiyê û bêsiberojiyê li ser ferz dike. Ji ber vê yekê em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku herî dawî li dijî axaftina Serokwezîr mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bîne û bi awayekî xurttir tevlî nav refên gerîla bibe. Helwesteke bi vî rengî, di demeke ev qasî girîng a dîrokê de di heman demê de wê li dijî pêla êrîşan a ku dewleta Tirk li dijî Rêberiya me, saziyên demokratîk ên gelê me û nirxên wî pêş xistiye, bibe bersivek û bibe tevlîbûneke di asta herî bilind de a pêngava Êdî Bes e." KCK'ê ji bo çareseriyê bang li raya giştî û wan derdoran dike ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bibe, ji bo bi berpirsiyariyên xwe rabin û li dijî polîtîkayên xwe dispêrin şîddetê tevbigerin. |
| < << | >> > |
|---|
| Herema endam |
|---|
| Arşîv |
|---|
| Lêgerîn |
|---|

