Gerîlayên Hêzên Parastina Gel di çalakiya Bêzelê de 29 leşkerên tirk kuştin û 11 leşker jî birîndar kirin.
Navenda çapemeniya HPG'ê bi daxuyaniyek encamên çalekiya qereqola Bêzelê eşkere kir. HPG'ê da zanîn ku ev çalakî, ji bo bîranîna endamê konseya leşkerî ya HPGê Adil Amed û gerîllayên di buharê de jiyana xwe ji dest dane hatiye lidarxistin. |